Partiya Sosyalîst a Swîsre ji bo Swîsre’kê bi hev re jiyankir, pir ziman, pir ôl û pir çand têkoşîn dike.
Li Swîsre zêdetirî 2 miliyon kes bê pasporteke Swisrî ne. Ew li vir bi me re dijîn, diçin dibistanê, bi me re fitbol dilîzin, bi me re diçin avjêniyê, bi me re kar dikin, baca dewletê didin – ew yê me ne, yên Swîsre ne. Lê belê ew nikarin di mekanîzmeya dengdana siyasî de cih bigirin. Tevî ku hemû biryarên parlemenê û yên qutiya dengdanê ji bo her kesî derbas dibin.
Li gorî gelek welatên Ewrûpayê, ji bo ku mirov bibe hemwelatiyê Swîsre gelekî zore, pirr bihaye û gelekî diwestîne. Bi qanûna nû ya penaberan wê zehmetî zêdetir bibin. Ji 1’ê çile 2018 wê bi tenê kesên xwedî nasnameya C karibin ji bo pasaporta Swîsre serî lê bidin. Kesen xwedî nasnameya B ne, êdî nikarin vê îmkanê bikarbînin. 650‘000 kes wê ji vî mafî bêpar bimînin.
- Tevlî kampanyaya ERÊ ji bo welatîtiya hêsanî a 12 sibatê 2017 yê bibin.
- Partiya SP Swîsre û Partiya SP’ê ya Penaberan, bangewaziyek kirin û ji bo ku kesên xwedî nasnameya B karibin bibin welatiyên Swîsre, dest bi kampanyayekê kirin. Em dixwazin agahî bidin, daxwaz bikin û alîkarî bidin. Em Swîsreyeke ji bo her kesî dixwazin. Kesekên bi xwazin bi șêwirmendekê ji bo welatîtî re têkilî danin dikarin xwe li vira qeyd bikin :